Sazkirin

Redirected from page "ubuntu-ku/Sazkirin"

Clear message

Heke em bi awayekî hêsan qala sazkirinê bikin, divê em li ser pênc xalan rawestin. 1 - Divê di hard dîska me de beşeke vala hebe da ku em Ubuntuyê lê saz bikin. (Di sazkirinê de ev beş dê li gorî pergala pelan a Linuksê were formatkirin.) 2- Di pêvajoya sazkirinê de emê agahiyên di der barê xwe de yên wekî ziman, nav, nasnav, herêma demê, klavye û hwd. têkevinê. 3 - Em ê beşa (ku me berê vala kiribû) ji bo ku ubuntu lê saz bibe, bi pergala pelan a Linuksê format bikin. 4 - Piştî ku em agahiyên xwe ketinê û me beşa hard dîskê format kir, em ê pêl li bişkojka "saz bike" bikin da ku Ubuntu saz bibe. Smile :) 5 - Piştî ku sazkirin qediya em ê pêl bişkojka "Ji nû ve bide destpêkirin" bikin da ku CD'ya sazkirinê ji CDRom'ê derkeve û komputer bi pergala sazbûyî (Ubuntu) dest pê bike.

Ya rastî, ji ber ku sazkirina Ubutu'yê gelek hêsan e, hewce nedikir ku ez hemû wêneyên pêvajoya sazkirinê têxim virê. Lê ji bo ku beriya sazkirinê di mejiyan de pirs nemînin, min hemû wêne xistinê. Lê ez ê ji bo hemû wêneyan şîrove nenivîsim, ez ê tenê ji bo wêneyên pêvajoyên formatkirnê şîroveyan binivîsim.

1. Ciyekî vala veqetîne

Niha di Windowsê de yî? Komputera te çend beş in? "C", "D" û "E"? Em ê Ubuntuyê li ser "E"ê saz bikin. Di "E"yê de tiştên te yên girîng hene? Hemû pel, peldank û belgeyên di "E"yê de di CD/DVD'yeke vala de hilîne. An jî wan belgeyên xwe yên girîng ji ber bigire û bar bike "D"yê. Ji bo ku Ubuntu li ser "E"yê saz bibe, em ê di pêvajoya sazkirinê de "E"yê format bikin. Lê divê em niha beşa "E"yê ku me vala kiriye, jê bibn. Ji bo ku tevahiya rewşa Hard Dîskê bibînî riya "Başlat → Denetim Masası → Yönetimsel Araçlar → Bilgisayar Yönetimi” bişopîne û di paceya vebû de li ser “Disk Yönetimi”yê bitikîne. Paceya rêvebiriya dîskan dê ji vê wêneyê cudatir xuya bike. Lê ji ber ku te belgeyên di beşa "E"yê de hîlanîne, bê tirs be Smile :) Li ser "E"yê rast bitikîne û beşa "E"yê jê bibe. Piştî ku "e" hat jêbirin, dê ji dêvla şîn de reş xuya bike.

sazkirin_13.png

2. Ziman hilbijêre

sazkirin_001.png

3. Ciyê lê dijî hilbijêre

sazkirin_02.png

4. Klavyeyê hilbijêre

sazkirin_03.png

5. Awayê formatkirina hard dîskê hilbijêre

Di vê gavê de hişyar be!!! Heke dixwazî di komputera te de tenê Ubuntu hebe û Ubuntu li ser tevahiya dîskê saz bibe, vebijêrka jortirîn nîşan bike "[b]Bi alîkarî - Hemû dîskê bi kar bîne[/b]. Bi vî awayî hemû tiştên di komputerê de -pergalên xebatê, wêne, muzîk, nivîs- dê jê bêne birin. Heke te ciyekî ji bo Ubuntuyê vala kiribe û tu naxwazî serê xwe bi formatkirinê re biêşînî, vebijêrka "[b]Bi alîkarî - cihê vala yê hevgirtî yê herî mezin bi kar bîne[/b]" nîşan bike. Bi vî awayî formatkirin dê xwebixwe bê kirin û paceyên formatkirinê dê xuya nebin. Pêşniyara min ev e ku kesên di Ubuntuyê de nû ne, vê vebijêrkê nîşan bikin. Heke bixwazî formatkirinê tu çêkî, vebijêrka li jêrtirîn "[b]Rêber[/b]" bitikîne.

sazkirin_04.png

6. gavên formatkirinê

Heke te "Rêber" tikandibe, tu yê wêneyê li jêr bibînî. Li ser ciyê vala nîşan bike û li ser "New partition" bitikîne.

sazkirin_05.png

Ji mezinahiya di wirê de xuya dibe 4 GB (4096 MB) kêm bike. Mezinahî 27595 MB bû. Min li dora 4 GB'î jê kêm kir. Ma ye 23595 MB. wekî di wêneyê de xuya dibe, ji bo pergala pelan ext3 hilbijêre û xala mountê jî wekî "/" binivîse.

sazkirin_05-1.png

Me ji beşa vala 4 GB kêm kiribû. Niha ew 4 GB wekî ciyê vala xuya dibe. wekî gava berê, dîsa ciyê vala nîşan bike û li ser "New partition"ê bitikîne. Dest nede mezinahiyê. Pergala pelan wekî "swap" çêke û dest nede xala mountê.

sazkirin_06.png

Di vî wêneyê de rewşa hard dîskê ya dawî xuya dibe. Heya ku paceya agahiyên wekî nav, paşnav dixwaze derkeve "Pêş" bitikîne. piştî ku tu agahiyan ketiyê, dîsa heya dawiyê pêş bitikîne.

sazkirin_06-1.png

7. Gavên sakirinê

sazkirin_07.png

sazkirin_08.png

8. Agahiyên xwe têkevê

sazkirin_09.png

9. Sazkirinê bide destpêkirin

Li ser "Install" bitikîne. sazkirin_10.png

10. Sakirin tê kirin

sazkirin_11.png

11. Komputerê bi ji nû ve bide destpêkirin

Pîroz be!!! Te Ubuntu li ser komputera xwe saz kir. Niha pêl "Ji nû ve bide destpêkirin" bike da ku CD derkeve û komputer ji nû ve bi pergala sazbûyî dest pê bike. sazkirin_12.png

Ubuntu-ku/Sazkirin (last edited 2008-08-06 16:32:00 by localhost)