KurdishTeam

Revision 45 as of 2006-12-12 07:58:04

Clear message

This is the Page of the Kurdish Team. We prepared Ubuntu as the first usable Kurdish Linux distribution. We are translating into the major Kurdish dialect, Northern Kurdish or Kurmanji, which is written in the latin script. This team is also overlapping with the official Kurdish LoCo team.

Rûpela Koma Kurdî

Ev rûpela koma wergerên kurdî ye. Heke tu bixwazî Ubuntu an Gnome an bernameyeke din li kurdî biwergerînî, tu hatî cihê rast. Smile :)

Kar û xebatên me di [https://launchpad.net/distros/ubuntu/dapper/+lang/ku Rosetta] de tê dîtin. Li vê derê tu dikarî alîkarî bikî.

Em wergerên me di WergeraKurdî de jî nîqas dikin. Malpera me niha di [http://www.ferheng.org/linux/ Ferheng.org/linux] de ye.

Em Ubuntu bi bernameya Rosetta werdigerînin. Di Rosettayê de [https://launchpad.net/people/kurdish malpera me] jî heye. Têkeve û alîkarî bike Wink ;)

Pirs û Bersiv: Wergerandina Ubuntu

Çi tê wergerandin?

Em pergala xebitandina Ubuntu GNU/Linux werdigerînin. Giranî didin derdora sermasê GNOME, lê KDE (Kubuntu) û XFCE (Xubuntu) jî werdigerînin.

Ji ber ku di Ubuntuyê de gelek bernamên wekî OpenOffice.org, Mozilla Firefox û her wekî din hene, em wan jî werdigerînin. Ji ber ku gelek ji wan ji bo Windowsê jî hene, bikarhênerên wê pergalê jî sûd digirin.

Rewşa wergerandinê niha çi ye?

Piraniya peyamên bingehîn yên pergala Ubuntu GNU/Linux hatin wergerandin. Lê belê, rêber û nivîsên alîkariyê zêde nehatin wergerandin. Ji ber ku gelek bernamên ji bo Lînuxê hene, bi tevahî kêm zêde %10 ya peyamên Ubuntu hatin wergerandin. Lê belê, ji peyamên ku bikarhênerên normal her roj bibînin, ji %90 zêdetir hatin wergerandin.

Rewşa dawî di Rosetta de tê dîtin: https://launchpad.net/distros/ubuntu/edgy/+lang/ku

Kontrola wergeran çawa dibe?

Kontrola wergeran yek ji pirsgirêkên me yên mezin e. Ji ber ku standardên zimanê kurdî hê tune, di wergeran de hinekî alozî heye. Em niha zêdetir ser vê pirsgirêkê disekinin.

Elîxan Loran, Rizoyê Xerzî û Erdal Ronahî wergerên nû kontrol dikin. Guftûgo gelek girîng e. Em di Lîstenyên mail ser wan tiştan nîqaş dikin.

Li vir tu dikarî bibî abone: https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-l10n-kur

Ferheng heye?

Em di ferheng.org de ser ferhengekê dixebitin. Tu jî dikarî alîkarî bikî. Wergerên ku tu rast bibînî bi navê xwe nîşan bide û wergerên nû lê zêde bike.

Lînk: http://wiki.ferheng.org/doku.php/ferheng:destpêk

Alîkarî heye? Çawa dikarim alîkarî bistînim?

Li ku derê dest pê bikim?

Gava yekemîn: Bi me re bikeve tekiliyê. Forumên me di http://pckurd.net de hene. Li lîsteya me bibe abone. Di https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-l10n-kur de navnîşana te binivîse û "subscribe" bike. Bi vî rengî tu dikarî guftûgoyên me takîb bikî û her dem agahdar bibî.

Gava duyemîn: Bi me re guftûgo bike. Tu dixwazî çi bikî? Tu dikarî çi bikî? Li gora wê tev lê bibe. Çend heval kurdî baş dizanin, lê Linux baş nas nakin. An jî îngilîzî baş nizanin. Hevalên din hene, pisporên Linuxê ne, lê kurdiya wan lawaz e. Lê her kes dikare alîkarî bike.

Çawa dest bi wergerandinê bikim?

Eger bixwazî wergerînî, hesaba xwe di Launchpad (http://launchpad.net) de biafirîne. Bernameyeke ji bo wergerandinê hilbijêre FIXME --> berfirehtir pêwist e

Ez êdî naxwazim wergerînim. Ez dikarim dev jê berdim?

Heke tu êdî naxwazî, em çi bikin? Tu dikarî derkevî.

Kî berpirsiyar e? Kî koordine dike?

Koordinatorê teknîkî yê me niha Erdal Ronahî ye. Elîxan loran û Rizoyê Xerzî wergeran koordîne dikin.

Endamên Koma kurdî

Endamên koma kurdî ev in:


Cihên me

Agahiyên bi zimanên din


CategoryKurdî CategoryLoCoTeams CategoryUbuntuTeams