Pêşdebir
Çêkirina CD'yên taybet
Wekî tê zanîn dema ku em Ubuntuyê bi CD'ya Ubuntuyê saz bikin, heke girêdana me ya înternetê tune be, di Ubntuyê de gelek cî bi îngilîzî xuya dibin. wekî din di CD'ya Ubuntuyê de tenê bernameyên wekî OpenOffice.org, Firefox, gaim, gimp hene. Dibe ku pêdiviya bikarhêneran bi hin bernameyên din jî hebe. Ji bo vê divê CD'yeke taybet bê çêkirin. Ji bo çêkirina CD'yeke taybet berê ji vê navnîşanê UCK daxe û saz bike:
bi synapticê squash û gfx saz bike.
van pelrêçan -bi riya termînalê- biafirîne
sudo mkdir /usr/share/gfxboot/themes sudo mkdir /usr/share/gfxboot/themes/Ubuntu sudo ln -s /usr/share/gfxboot-theme-ubuntu/langlist /usr/share/gfxboot/themes/Ubuntu/langlist
di termînalê de
customize-cd-gui
binivîse û pirsan li gorî CD'ya pêdiviya te pê heye bibersîvîne. CD dê di pelrêça "/home/navête/tmp/remaster-new-files/" de bê afirandin.
*Heke girêdana întenetê hebe, em dikarin hemû paket û bernameyan bi synaptic an jî Zêde Bike/Rake saz bikin.
Ubuntu-ku/Pêşdebir (last edited 2008-08-06 16:40:05 by localhost)