PirsûBersiv_Ubuntu_5.10

Pirs: Ez dixwazim Ubuntu Linux bi kurdî bi Live-CD'yê vekim. Ev çawa dibe?

Bersiv: Bi vê CD'yê û înternetê her kes dikare Ubuntuya kurdî bibîne, di diskê de tistek nayê guherandin. Bi vî rengî dibe:

  1. Komputerê bi CD'yê veke
  2. Ziman û welatekê hilbijêre (ferq nake, English dibe)
  3. Di menuya "System | Administration" de li "Language Selector" (Hilbijartina Zimanan) bigere.
  4. Tê de "Kurdish" hilbijêre.

Niha zimanê kurdî ji înternetê tê daxistin û sazkirin.

  1. Careke din biçe "Language Selector"
  2. Niha di qutika jêr "Kurdî" bike "default" (zimanê normal, giştî)
  3. Di menuya "System" de "Log out | Log out | OK" (derkeve) bike.

Niha sîstem ji nû ve vêdibe, û bû kurdî.

Pirs: Min Ubuntu saz kir, lê ne kurdî ye. Çi bikim?'''

Bersiv: Pêwîst e gel te CD ya Ubuntu hebe an tu bi înternetê re girêdayî be.

Di menuya "System > Yönetim" de "Language Selector" (Hilbijartina Zimanan) heye. Di lîsteya zimanan de kurdî heye. Di qutika mezin de "Kurdî" hilbijêre. Paceyê bigire.

Pistre carekî din bice "Language Selector" ve lê niha di qutika jêr de "Kürtce (Türkiye)" hilbijêre. Erê bike. Niha komputere xwe bigire û veke. Ubuntu ya te bû kurdî.

Pirs: Min Ubuntu saz kir, niha ez nikarim Windows vekim. Çi bikim?

Bersiv: Dibe ku pistî sazkirinê Windows neyê dîtin. Ev ne problemek e. Serastkirin hêsan e.

1. Terminaleke veke (Menuya çep, "Applications > System tools > Terminal" yan "Applications > Sistem Araclari > Ucbirim"

2. Van binivîse:

sudo cp /boot/grub/menu.lst /boot/grub/menu.lst_backup
gksudo gedit /boot/grub/menu.lst

Heke sîfreya te tê pirsandin, binivîse.

3. Di dawiya dosiyê de van zêde bike:

title Microsoft Windows
root(hd0,0)
savedefault
makeactive
chainloader+1

4. Tomar bike.

Pirs: Klavya min ya Tirkî xerab e. Ez dikarim çi bikim?

Van daxe:

Piştre termînalekê veke û di klasora herduyan de van binivîse:

sudo dpkg -i libx* xkey*

Ewqas e. CategoryKurdî

PirsûBersiv_Ubuntu_5.10 (last edited 2008-08-06 17:01:17 by localhost)