PirsûBersiv

PirsûBersiv_Ubuntu_5.10

Ziman

Kurdî û îngilîzî

Pirs: Niha pergala min kurdî ye, lê gelek îngilîzî heye. Ez çawa dikarim wan tiştan bikim tirkî?

Bersiv:

1. Termînalekê veke

2. Van binivîse:

sudo gedit /etc/environment

3. Şûna

LANGUAGE="ku_TR:ku:en_GB:en"

binivîse

LANGUAGE="ku_TR:ku:tr_TR:tr"

4. Tomar bike û nûdestpêkirin çêke.

Sepan û bername

Sazkirina sepan û bernameyan

Pirs: Di Ubuntuyê de bername çawa tên sazkirin?

Ji bo sazkirina bernameyan di Ubuntuyê de çend derfet hene. Ya hesantirîn Sepan > Sepan Zêde bike/Rake ye. Li wir ji bernameyên amade hilbijêre û saz bike. Ji bo wê înternet pêwîst e. Mînak: Di "Zêde Bike/ Rake" de "messenger" binivîse. Dê hemû bernameyên têkildarî peyva "messenger"ê derkevin pêşberî te. Bername an jî paketa dixwazî saz bikî, nîşan bike û "bisepîne" bitikîne. Dikarî hemû bernameyan bi vî riyê saz bikî. Her wisa dikarî bi "Synaptic"ê jî bername û sepanan saz bikî -an jî rakî-.

Pirs: Me çend bernameyên lînuxê ji Internetê daxistine, gelo emê çawa li ser Ubuntu saz bikin ? Wekî tê zanîm bernameyên Windowsê yên tên sazkirin, bi niçika ".exe" ne. Di Ubuntuyê de ji dêvla ".exe"yê ve ".rpm" ".deb" ".tar.gz" ne. Bernameyên ".deb" di termînalê de bi fermana

dpkg -i /home/NavêKomputeraTe/Desktop/NavêBernameyê.deb

Bernameyên ".rpm"

sudo alien -i /home/NavêKomputeraTe/Desktop/NavêBernameyê.rpm

(alien bernameyeke ku paketên .rpm vediguhezîne .deb)

tar zxf /home/NavêKomputeraTe/Desktop/NavêBernameyê.tar.gz

cd /home/NavêKomputeraTe/Desktop/NavêBernameyê

./configure

make

make install

Eyar

Klavyeya kurdî

Pirs: Gava em dixwazin bi kurdî binivîsînin, tîpên Tirkî derdikevin. Gelo em çawa karin viya biguherin?

Klavyeya kurdî di sazkirinê de tune. dema ku tu Ubuntuyê saz bikî, divê klavyeya tirkî, îngilîzî an jî zimanekî din hilbijêrî. Lê piştî sazkirinê Pergal > Vebijêrk > Klavye bişopîne. Li wir di bin navê her çar dewletên ku parçeyeke Kurdistanê tê de ye, klavyeyên kurdî wekî F, Q, Alt-Q hene.

PirsûBersiv (last edited 2008-08-06 17:01:28 by localhost)