Daxistin

Ji bo daxistina CD'yên Ubuntu gelek rê hene. Yên giringtirîn em li vir daxuyanî bikin.

Daxistina CD'yê (download)

Ubuntu 8.04

Daxistin bi BitTorrent

Daxistin wekî ISO

Ubuntu 7.10

Daxistin bi BitTorrent

Daxistin wekî ISO

Ubuntu 6.10 (kevn)

CD'ya taybet ya Kurdî wekî ISO

IconsPage/IconCDrom.png Me ji bo we CD'eke kurdî çêkir. Ev CD, CD'eke zindî ye. Hûn dikarin hemû bernameyên Linux a kurdî bi wê CD'yê biceribînin. Di komputera we de tiştek nayê guherandin. Eger bixwazin, hûn dikarin bi wê CD'yê Ubuntu ligel an şûna Windows jî saz bikin. Ji yek ji wan daxe:

Wekî Torrent

CD'ya normal

Ubuntu 6.06 (kevn)

CD'ya taybet ya Kurdî

Koma kurdî ji bo we CDyeke taybet ya bi kurdî amade kir. Ev CD niha êdî nayê dîtin. Lê zimanê kurdî di her CD'yê de heye.

CD ya normal

Li vê derê hûn dikarin CDya Ubuntu 6.06 daxî. Di vê CD de hemû ziman hene, kurdî jî tê de ye.

Çêkirina CD ya te

Ji ISO'yê di komputera xwe de CD'yekê çêke. Ev bi bernameyên wekî NERO, ROXIO CD Writer (Windows) an jî Gnomebaker an K3b (Linux) dibe.

Bi Gnomebaker û K3b (Linux), dema ku we çêkirina CD'yê wekî dane hilbijart, bêyî tu mîhengan CD dê çêbe.

Çêkirina CD'yan bi InfraRecorder

InfraRecorder ji malpera wê daxe.

Çêkirina CD'yan bi Nero'yê (Nero'ya tirkî)

Di guhertoya 6 Ultra editionê de Nero Expressê vekin. "Disk kalıbı" an jî beşa "tasarı" bitikînin. Di peceya vebû de "dosya türü" bitikîne û hemû pelan hilbijêrin. Li wir, pela .iso ya ku te daxistiye hilbijêrin û vekin. Dû re pêş bitikîne da ku nivîsandin dest pê bike. Piştî ku nivîsandin qediya CD'ya te ya zindî amade ye. (Divê CD wekî data bê çêkirin)

Sazkirin

Sazkirin


CategoryKurdî

Ubuntu-ku/Daxistin (last edited 2008-08-06 16:24:05 by localhost)